Encûmena Wezîran dicive û sê mijaran giring gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina mijarên wekî lêborîna cezayên trafîkê, kêmkirina deynên karebayê û moleta fermanberan dicive.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 22ê Tîrmeha 2026an, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî lidar dixe. Di civînê de sê mijarên sereke yên ku rasterast bandorê li jiyana welatiyan û karûbarên îdarî dikin, tên gotûbêjkirin:

1– Li ser pêşniyara Wezareta Navxwe, Encûmena Wezîran dê biryarê li ser dirêjkirina dema karkirin bi biryara lêborîna cezayên trafîkê bide. 

2– Di civînê de raporeke berfireh li ser rewşa kareba û samanên sirûştî tê pêşkêşkirin. Herwiha biryar derbarê pêşniyara kêmkirina rêjeyekê ji deynên karebayê yên li ser welatiyan tê dayîn.

3– Mijara sêyemîn, rêkûpêkkirina moleta bêmûçeyî ya fermanberên Herêma Kurdistanê ye. Civîn dê guftûgoyê li ser çend raspardeyên Serokatiya Dîwana Civata Wezîran bike, da ku moletên fermanberan li gorî rênimayên nû werin birêxistin.