Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Hinardekirina petrolê mûçeyên Herêma Kurdistanê misoger dike

Heyder Ebûdî
Heyder Ebûdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê li ser pirsên mûçe û hinardekirina petrolê piştrastiyê dide Herêma Kurdistanê, herwesa biryar e ku Serokwezîrê Iraqê sibe serdana Îranê bike. Wî tekez jî kir ku erkê parastina ewlehiya zeviyên petrolê li ser milên Hikûmeta Iraqê ye.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: "Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî sibe (Pêncşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) li ser vexwendina fermî ya Serokê Îranê û bi serokatiya şandeke wezarî serdana Îranê dike."

Bi gotina Ebûdî, di vê serdanê de mijara gaza navbera Bexda û Tehranê li gorî berjewendiyên bilind ên Iraqê dê bê nîqaşkirin. Ebûdî di bersiva pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê Şivan Cebarî de tekez kir ku berdewamkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo dana mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê piştrastî ye. Wî ron jî kir ku erkê parastina ewlehiya zeviyên petrolê li ser milên Hikûmeta Iraqê ye.

Di derheqa peywendiyên derve û rewşa deverê de, Berdevkê Hikûmetê eşkere kir ku Iraq bala cîhanê dikêşe û helwesta Iraqê neguhêr e û rêzê li pabendbûnên xwe yên navdewletî digire. Herwesa got: "Iraqê destpêşxeriyek bo çareseriya dîplomatîk heye, bo nehêştina wan girjiyên ku niha li deverê hene." Wî ron jî kir ku Iraqê çend lihevkirin ligel Amerîkayê îmze kirine, daku rêyên alternatîf bo hinartdekirina petrolê bibînin.

Li ser pirsên navxweyî jî, Berdevkê Hikûmeta Iraqê got ku mijara kontrolkirina çekan di destê dewletê de mijareka bi temamî navxweyî ye û tenê li Bexdayê biryar li ser tê dan. Wî bal kişand ser wê yekê jî ku hikûmet li ser rûbirûbûna gendeliyê berdewam e û aliyên siyasî jî piştevaniya Serokwezîr dikin, lewma tu lêborînek bo tu kesekî nîne, pêgeha wî ya siyasî çi dibe bila bibe.

Ji bo mijarên aborî û serdanên paşerojê jî, Heyder Ebûdî diyar kir ku mijara avê dê bibe yek ji mijarên serekî yên serdana Serokwezîr bo Tirkiyeyê, ku biryar e di dawiya vê mehê de ew serdan bê kirin.

Wî li ser Sindoqa Pêşxistinê jî got ku Banka Navendî ya Iraqê bi pereyekî zêde tevlî wê dibe û gelek welatên giring jî amadebûna xwe ji bo tevlîbûna di wê de diyar kiriye.

Di dawiyê de, Ebûdî behsa mafên darayî yên cotkaran kir û ragihand ku ev pirs di serpişka karên hikûmetê de ye, lê pêşveçûnên deverê bûne sedema derengketina belavkirina wan.