Antonio Guterres serdana Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, di nava vê hefteyê de li ser vexwendineke fermî serdana Sûriyeyê dike.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo Sûriyeyê Claudio Condone, di civîna Encûmena Asayişê ya NY de ragihand, Antonio Guterres dê di nava vê hefteyê de serdana Sûriyeyê bike. Hat diyarkirin ku ev serdan li ser vexwendina hikûmeta Sûriyeyê pêk tê.
Tê payîn ku Guterres di dema serdana xwe de bi Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara re bicive.
Di bernameya Sekreterê Giştî de hevdîtinên berfireh cih digirin. Guterres dê ligel nûnerên rêxistinên jinan, saziyên civakî yên sivîl û komên cuda yên civakê bicive, da ku rewşa welat û pêvajoya nû ya piştî guhertinê gotûbêj bike.
Herwiha di çarçoveya vê serdanê de, Antonio Guterres dê bi endamên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekgirtî re jî hevdîtinekê pêk bîne. Ev hêz ji sala 1974’an û vir ve li herêma tampon a li Girê Golanê erkdar e û çavdêriya agirbesta li herêmê dike.