Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê Rado Butum kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkê xwe serdana wî kiribû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîvroya îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) pêşwaziya Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê Rado Butum kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkê xwe serdana wî kiribû.
Di wê hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe pêşkêşî Rado Butum kirin, ji ber rola wî ya di pêşxistina peywendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê de di dema erkê wî de, herwiha hêviya serkeftinê di karên wî yên paşerojê de jê re xwest.
Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê jî ji aliyê xwe ve spas û rûmetên xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kirin, ji ber wan hevkarî û piştgiriyên ku di dema karkirina wî de pêşkêşî wî kirine.
Rado Butum di dirêjahiya axaftina xwe de tekez li ser daxwaz û girîngîdana Yekîtiya Ewropayê bo bihêzkirina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên ligel Herêma Kurdistanê kir.