Axios: Rêveberê nû yê Mossadê dosyaya Îranê ligel CIAyê gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê nû yê Dezgeha Hewalgirî ya Îsraîlê (Mossad) Roman Gofman di çarçoveya serdana xwe ya yekem a bo Amerîkayê de, şerê ligel Îranê ligel Rêveberê CIA û rayedarên Koşka Spî gotûbêj kir.
Malpera Axios li ser zarê du çavkaniyên agahdar ragihand, Roman Gofman ku di meha Hezîrana borî de wekî Serokê Mosadê hatibû destnîşankirin, beriya du hefteyan serdana Washingtonê kiriye. Ev serdan wekî yekem geşta wî ya fermî ya bo Amerîkayê tê zanîn.
Li gorî raporê, mijarên sereke yên gotûbêjên Gofman "şerê ligel Îranê" û "pêşkeftinên bernameya atomî ya Tehranê" bûn. Gofman, ku wekî yek ji şêwirmendên herî nêzîk ên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tê naskirin, hewl daye helwestên Îsraîlê ligel îdareya Donald Trump hevaheng bike. Mijara sereke ya vê hevahengiyê jî danûstandinên li ser rêkeftineke nû ya atomî ya ligel Îranê ye.
Rêveberê Mossadê di çarçoveya serdana xwe de ligel Rêveberê CIAyê John Ratcliffe jî civiya. Hat ragihand ku Ratcliffe bi guman li her cure lihevkirineke ligel Îranê dinêre. Ratcliffe berê hişyarî dabû ku dibe ku Tehran bendên rêkeftinan bi şêwazekî cuda ji Amerîkayê şîrove bike, bi taybetî di mijarên têkildarî ewlehiya Tengava Hurmizê de.
Tê payîn ku ev hevdîtinên di asta bilind de, bandoreke rasterast li ser siyaseta her du welatan a li dijî Îranê û hevkariya hewalgirî ya di navbera Washington û Tel Avîvê de bikin.