Hewlêr: Rojane zêdetirî 21 milyon dînaran bo malbatên cotkarên Teqteqê vedigerin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber gihîştina berhemên çandiniyê li bajarkê Teqteqê, tevgereke zêde ya bazirganiyê li deverê çê bûye; her roj bi dehan tonên berhem bo parêzgehên naverast û jêriya Iraqê tên hinardekirin û bi sedan malbat jî bi vê rêyê bûne xwedan kar dahat.
Rêveberê Şaxa Çandiniyê ya Teqteqê Hacî Sebah Osman îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Piraniya berhemên çandiniyê yên sînorê Teqteqê û gundên derdora wê gihîştine û niha her roj rûbereke mezin a berheman digihîje eleweya Teqteqê û li wê derê firotin, ku piraniya wan berheman bo parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê tên hinardekirin.
Sebah Osman herwesa bal kişand ser berhemê lobiyan, ku niha bazarekî gelek germ heye, û got: "Her roj nêzîkî 75 tonên lobiyan digihîjin eleweyê û ber bi bajarên cuda ve tê şandin, ji bilî ku hinek cotkar bi awayekî serbixwe û rasterast berhemên xwe hinarde dikin."
Teqteq bi hejîrên xwe yên tamxweş û navdar tê naskirin. Rêveberê Çandiniyê diyar kir ku ev çend roj in hejîrên deverê jî ketine bazarê, lê ji ber guhertinên keşûhewayê û barana berdewam, hinekî dereng mane. Wî herwesa got: "Niha her roj nêzîkî 300 kîloyên hejîran digihîjin eleweyê, lê em pêşbînî dikin ku heta destpêka meha Tebaxê ev hejmar gelek zêde bibe, ji ber ku hejîrên vê deverê navdariyeka taybetî heye û daxwaziyeke zêde li ser wan heye."
Yek ji xalên herî giring ên gihîştina berheman li Teqteqê peydakirina derfetên kar ji bo xelkê wê deverê ye. Rêveberê Çandiniyê eşkere kir ku di dema çinîna berheman de, malbat bi jin, keç û zarokên xwe ve serê sibê zû diçin nav zeviyan. Kirêya çinîna her kîloyeka berhem 300 dînar e, ev yek jî bûye sedem ku her roj zêdetir ji 21 milyon dînaran wekî dahat bo xelkê wê deverê vegerin.
Bajarkê Teqteqê, ku ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye û li ser lêva rastê ya Zêyê Biçûk e, devereka stratejîk a çandiniyê ye. Teqteq 90 kîlometreyan li rojhilatê Hewlêrê û 60 kîlometreyan li bakurê Kerkûkê ye. Li wî bajarkî zêdetir ji 900 cotkarên çalak hene, ku çavkaniya serekî ya jiyana wan li ser çandiniyê ye û her sal berhemên wan pareka giring a pêdiviyên bazarên navxwe û yên Iraqê dabîn dikin.