Dijeterora Kurdistanê: Pênc dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê hatin êxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê di ragihandinekê de tekez kir ku ew dronên bombekirî yên ku ji aliyê sîstema berevaniyê ya Hêzên Hevpeymanan ve li asmanê Hewlêrê hatine êxistin ti zirarên canî peyda nekirine.
Dijeterora Kurdistanê îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku vê sibehê di navbera saet 09:32 û 09:45 de, Hêzên Hevpeymanan rûbirûyî êrîşeke nû ya dronî bûn û 5 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê pûç kirin û êxistin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew dron ji aliyê rojavayê parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn arastekirin. Dijeterora Kurdistanê piştrast jî kir ku teqandina van dronan li asman tu zirarên canî li pey xwe neanîne.
Ev daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê di demekê de ye ku her vê sibehê 6 dronên din li asmanê paytexta Herêma Kurdistanê hatibûn êxistin, û tevî vê yekê jî, berpirsên balafirxaneya Hewlêrê ragihandibû ku tevgera geştên asmanî bi temamî asayî ye.