Avakirina "Partiya Nû" li Tirkiyeyê deng veda: Pêla cudabûna ji CHPê didome

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê, gava Ozgur Ozel a ji bo veqetandina ji nav CHPê û damezrandina partiyeke nû deng vedaye. Tevî ku karûbarên fermî yên radestkirina daxwaznameyê bo Wezareta Navxwe ber bi dawiyê ve diçin, îstîfaya endamên CHPê jî pêl bi pêl didome. Parlamenterekî berê yê CHPê ligel ragihandina îstîfaya xwe dibêje, Kemal Kiliçdaroglu erka xwe bi cih neaniye û şikilê CHPê veguheriye. Welatî jî didin zanîn ku divê partiya nû ne wekî berdewamiya CHPê be.

Li Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê berê yê CHP’ê Ozgur Ozel –ku bi biryara dadgehê ji kar hatibû dûrxistin– û alîgirên wî, ji bo avakirina partiyeke nû gava yekem avêt. Ji bo ku tu astengiyên yasayî dernekevin, nav û logoya partiyê bi fermî nayê eşkerekirin; lê ji ber ku di nav gel de hatiye qebûlkirin, îhtimala mezin ew e ku navê wê bibe "Partiya Nû" (Yeni Parti).

Parlamenterê berê yê CHP'ê yê Konyayê Atîlla Kart, îstîfaya xwe ya ji partiyê ragihand û hişyarî da ku divê rêveberiya Ozel vê berpirsyariya dîrokî bi biryardarî bîne cih.

Atîlla Kart di daxuyaniya xwe de got: "Ez bi êşeke kûr ji endamtiya Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa dikim. Şikilê CHP'ê êdî veguhertiye rewşeke din. CHP neçar e ku erkê parastina destkeftiyên Komarê û hiqûqa welatiyan –ya ku heta niha îhmal kiriye– ji vir û pê de bi biryardarî bidomîne. Kemal Beg heqê serokatiya xwe ya 13 salan neda. Ozgur Ozel jî divê di vê rêxistinbûyîna nû de li dijî têketina nûnerên sermayeya gerdûnî ya nav partiyê tawîzan nede."

Tê payîn ku di navbera 90 heta 100 parlamenteran ji CHP’ê îstifa bikin û tevlî partiya nû bibin, lê endamên Meclîsa Partiyê yên ne parlamenter in dê di partiyê de bimînin, daku heke Dadgeha Bilind biryara tedbîrê betal kir, rêveberiya kevn dîsa CHP’ê wergire.

Welatiya bi navê Sema Înal derbarê vê guhertinê de dibêje: "CHPê êdî proseya xwe temam kiriye. Ez piştgiriya partiyeke nû dikim, lê ne bi vegera Kiliçdaroglu. Nizanim dê rêgezên wan çi bin, lê ji bo min partiyeke ku hemû gelan bihewîne baştir e."

Welatiyê bi navê Cem Kor jî diyar dike: "Tiştê Ozgur Ozel dike ez rast dibînim, lê divê êdî ji wê xeta klasîk a CHPê dûr bikeve û ji bo hemû aliyên civakê bi tiştên nû derkeve holê. Ger wekî berdewamiya CHPê bimîne, dê di nav civakê de tu dengî venebêje."

Ji ber ku ev partiya nû berê neketiye hilbijartinan, li gorî qanûnan nikare alîkariya darayî ji xezîneyê bistîne. Lê belê, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daxuyaniyeke balkêş da û ragihand; ji ber ku ji nav CHPê partiyeke nû derdikeve, li gorî hejmara parlamenterên ku derbazî partiya nû dibin, divê ji xezîneyê pişkek bo wan bê veqetandin.