Dem Partî: Duşema bê tevgereke dîplomatîk a berfireh tê destpêkirin

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan di konferanseka rojnamevaniyê de ragihand ku amadekariyên "Qanûna Çarçoveyê" bo pêvajoya çareseriyê gihîştine qonaxa dawiyê, daku garantiya qanûnî û dezgehî bo pêvajoyê bê dabînkirin.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeka rojnamevaniyê de zanyariyên nû li ser "Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk", serdana Îmraliyê û wan reşnivîsên qanûnî yên ku tê payîn bo parlamentoyê bên pêşkêşkirin, belav kirin.

Ayşegul Dogan ew gotegotên ku qaşo "reşnivîseke amadekirî ya çareseriyê" pêşkêşî Abdullah Ocalan hatiye kirin red kirin û got: "Wekî ku Serokê Parlamentoyê jî diyar kiriye, heta niha tu reşnivîseke nivîskî ligel aliyên siyasî nehatiye parvekirin."

Berdevka DEM Partiyê tekez jî kir ku bo dûrxistina pêvajoyê ji guman û propagandayên bêbingeh, amadekariyên wan ên bo "Qanûna Çarçoveyê" ber bi dawiyê ve diçin. Herwesa got: "Ev qanûn dihêle ku pêvajo tenê pişta xwe bi îradeya siyasî ve girê nede, belku xwedî garantiyeke qanûnî û dezgehî be. Armanca me ew e ku em vê reşnivîsê bi lihevkirineke berfireh a siyasî bibin parlamentoyê, daku hemî nezelalî ji holê rabin."

Doganê eşkere jî kir ku hevserokên partiya wan ji roja Duşema bê ve dest bi tevgereke berfireh a dîplomatîk dikin û di vê çarçoveyê de dê ligel hemî wan partiyên siyasî yên ku fraksiyonên wan di parlamentoyê de hene (çi opozîsyon û çi desthilat) civînan bikin.

Di dawiya peyama xwe de, Ayşegul Dogan bal kişand ser giringiya aştiya civakî û ragihand ku ev mijar ne tenê qanûn e, belku mijara jiyana 86 milyon mirovan di welatekî azad û demokratîk de ye. Wê da zanîn jî ku bo bêdengkirina çekan û girtina cihê tundutijiyê ji aliyê siyaseta demokratîk ve, divê parlamento vê derfeta dîrokî bi kar bîne û delîveyeka qanûnî ya bihêz ava bike.