Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Projeyasaya 'proseya aştiyê' hefteya bê li parlamenê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand, projeyasaya "proseya aştiyê" ya ku ji 15 xalan pêk tê, heftiya bê pêşkêşî Parlemana Tirkiyeyê tê kirin.

Wezîrê Dadê Akin Gurlek di bernameyeke televîzyonî de li ser geşedanên dawî yên proseya aştiyê axivî û aşkere kir, xebatên li ser projeyasayê gihîştine qonaxeke girîng. Gurlek diyar kir, projeyasaya 15 xalî dê heftiya bê pêşî li Komîsyona Dadê were nirxandin û piştî wê jî ji bo gotûbêjkirin û dengdanê derbasî Encûmena Giştî ya parlamenê bibe.

Gurlek bal kişand ser giringiya civakî û siyasî ya vê gava nû û got: “Ev prose ji bo yekîtiya neteweyî û biratiyê pir girîng e. Bidawîbûna şer û pevçûnan dê, bandoreke pir erênî li ser geşedana demokrasiyê, xurtkirina aboriyê û hatina veberhênanên nû bike.”

Wezîrê Dadê derbarê naveroka yasayê de tekez kir, ev gav nayê wateya "lêborîneke giştî". Gurlek destnîşan kir jî, projeyasaya ku tê amadekirin, bi endamên PKK’ê ve sînordar e û armanc ew e ku di vê çarçoveyê de çareseriyek were dîtin.