Dihok: 110 hezar tonên berhemên çandiniyê bo parêzgehên Iraqê hatin şandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo berbazarkirina berhemên cotkaran de, îsal bi hezarên tonên berhemên çandiniyê bo derveyî welat û bajarên naverast û başûrê Iraqê hatine şandin.
Rêveberê Çandiniya Dihokê Ehmed Cemîl di derheqa vê mijarê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Dihok bûye navendeke giring a berhemên çandiniyê û ev çend sal in bi hezaran tonên berhemên cotkaran bo derve û bajarên Iraqê tên hinardekirin.”
Ehmed Cemîl eşkere jî kir ku ji destpêka îsal ve heta dawiya meha Hezîranê, 110 hezar tonên berhemên çandiniyê yên wekî pîvaz, xiyar, temate, hinar, tirûzî, tirî, bacanên reş û çend berhemên din bo navend û başûrê Iraqê hatine şandin. Herwesa da zanîn jî ku niha amadekarî tên kirin daku parek ji van berheman bo derveyî welat jî bên hinardekirin.
Rêveberê Çandiniya Dihokê ron jî kir ku di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de giringiyeke mezin bi kerta çandiniyê hatiye dan; bi vî awayî hem rêjeya berheman zêde bûye hem jî bazarekî baş bo van berhemên çandiniyê li navxwe, Iraq û derveyî welat hatiye dîtin, ku ev yek kerta çandiniyê derbaz dike qonaxeke nû.
Li gorî datayên Rêveberiya Çandiniya Dihokê, sala borî zêdetir ji 2 hezar û 300 tonan ji berhemên birinc, simaq, hingiv, hinar û tehînê bo derveyî welat hatine hinardekirin û sal bi sal jî asta vê hinardekirinê ber bi zêdebûnê ve diçe.