Deriyê Sînorî yê Ebdeliyê di navbera Kuweyt û Iraqê de hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kuweytê Deriyê Sînorî yê Ebdeliyê ligel Iraqê bi rengekê fermî ji bo geştiyaran û tevgera bazirganiyê vekir, piştî ku ji ber zirarên êrîşeke dronî hatin û çûn li wî derîyî hatibû rawestandin.

Çavkaniyeke berpirs îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê) ji Ajansa Nûçeyan a Iraqiyeyê re got: "Kuweytê Deriyê Sînorî yê Ebdeliyê ligel Iraqê ji bo hatin û çûna geştiyar û bazirganan vekiriye."

Ev pêngav piştî wê yekê tê ku Cîgirê Yekê yê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Navxwe yê Kuweytê Şêx Fehed Yûsif Siûd Sebah duhî Şembiyê ragihandibû; di dema 48 saetan de deriyê Ebdeliyê li ber geştiyaran û tevgera bazirganiyê tê vekirin.

Pêştir biryara girtina vî derîyî piştî wê yekê hatibû dan ku ji ber êrîşeke dronan, zirarên madî gihîştibûn jêrxaneya wî derîyî. Li gorî nûçeyên medyayê, niha ew derîyî bi temamî hatiye vekirin û tevgera asayî ya geştiyaran û bazirganiyê di navbera her du welatan de dest pê kiriye.

Deriyê Ebdeliyê deriyekî sînorî yê bejahî yê Kuweytê ye, ku li navçeya Ebdeliyê li parêzgeha Cehrayê li bakûrê Kuweytê ye. Ev derî li sala 1958ê hatiye vekirin û ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Kuweytê ve tê birêvebirin û ligel Iraqê hevsînor e.