Gavên nû ji bo vekirina deriyê sînorî yê Qamişlo – Nisêbînê tên avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta şopandina amadekariyên ji bo vekirina deriyê sînorî yê Nisêbîn-Qamişlo, şandeyeke bilind serdana cihê deriyê nû kir û ji nêz ve li kar û xebatên teknîkî nihêrî.
Di çarçoveya amadekariyên vekirina derî de, Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiyê Ehmed Hîlalî, tevî Rêveberê Deriyê Sêmalkayê Hemûd Hemûd, serdana cihê deriyê Nisêbîn-Qamişlo kir. Şandeyê ji nêz ve qonaxên amadekariyê yên ku ji aliyê Desteya Deriyan ve tên birêvebirin, şopand.
Di dema gerê de hat aşkerekirin ku qonaxên giring ên wekî rakirina mînan, paqijkirina herêmê û temamkirina pîvan û nexşeyên endazyariyê bidawî bûne. Niha xebat li ser temamkirina pêdiviyên teknîkî û lojîstîkî berdewam dikin, da ku derî di demeke nêz de bikeve xizmetê.
Ehmed Hîlalî di daxuyaniyekê de ji bo Rêveberiya Ragihandina Hesekê diyar kir, vekirina deriyê Nisêbînê ji bo parêzgeha Hesekê û herêmê projeyeke stratejîk e. Hîlalî got: “Tê çaverêkirin ku ev derî tevgera bazirganî, veguhastin û transîtê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de bi riya axa Sûriyeyê geş bike. Ev gav dê bibe sedema geşbûna aboriya herêmê û hêsankirina hatûçûna kelûpelan.”
Hate ragihandin ku xebatên teknîkî û îdarî bi lez didomin da ku derî li gorî pîvanên navdewletî were amadekirin. Piştî ku hemû pêdiviyên hunerî û lojîstîkî bidawî bibin, deriyê Nisêbîn-Qamişlo dê bi fermî were vekirin û bikeve xizmeta bazirgan û geştiyaran.