Serok Barzanî û Konsulê Brîtanyayê pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya navçeyê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26’ê Tîrmeha 2026’an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê Andrew Beasley kir ku bi boneya xatirxwestin û dawîhatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû.
Li gorî Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de giranî hate dayîn ser berdewamî û pêşxistina têkiliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê. Her wiha geşedanên dawî û rewşa siyasî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Andrew Beasley ku ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku di dema erkê wî de her tim hevkar û piştgirê wî bûne. Beasley tekezî li ser giringiya xurtkirina pêwendiyên dusalî kir û hêviya seqamgirî, aramî û asayîşeke berdewam ji bo Herêma Kurdistanê xwast.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir, ji bo wan xebatên ku di dema borî de li Herêma Kurdistanê encam dane û di erkê wî ya nû de serkeftin jê re xwest.
Serok Barzanî her wiha bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê û spasiya gel û hikûmeta Brîtanyayê kir, ji bo helwestên wan ên dîrokî yên li hemberî gelê Kurdistanê.
Di dawiya hevdîtinê de, herdu aliyan li ser rewşa siyasî ya navçeyê, geşedanên herî dawî û rûbirûbûna pirsgirêkan nêrînên xwe parve kirin.