Guterres: Divê hemû sizayên li ser Sûriyeyê bêne rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, di dawiya serdana xwe ya du rojî ya bo Şamê de, daxwaz kir ku hemû "sizayên dîrokî" yên li ser Sûriyeyê hatine sepandin bêne rakirin, da ku aboriya welat geş bibe.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres îro 26’ê Tîrmeha 2026’an, di civîneke çapemeniyê de li paytext Şamê, piştgiriya Neteweyên Yekgirtî ji bo gelê Sûriyeyê di pêvajoya avakirina welat de dubare kir. Guterres bal kişand ser wan sizayên giran ên ku di dema desthilata Beşar Esed de li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin û daxwaza rakirina wan a demildest kir.

Guterres got: "Ez pêşwazî li her gavekê ji bo hêsankirina ambargoyan dikim ku dibin sedema afirandina derfetên nû yên aborî, lê divê hemû ev siza bi awayekî fermî û di zûtirîn dem de bêne rakirin." Herwiha tekez kir ku nabe gelê Sûriyeyê di bin barê giran ê ziyanên şer de bi tenê were hiştin û bang li civaka navneteweyî kir ku di vejandina aboriyê de bibin alîkar.

Sekreterê Giştî yê NY diyar kir, erkê sereke ya qonaxa niha ew e ku pêvajoya veguhêza siyasî bandoreke rasteqîn li ser baştirkirina jiyana rojane ya welatiyan bike. Guterres got: "Em baş têdigihin wan êş û karesatên ku gelê Sûriyeyê tê re derbas bûye, lê vê yekê îradeya wan neşikandiye. Neteweyên Yekgirtî dê di riya avakirina pêşerojê de bibe hevalbendeke mezin."

Guterres herwiha giranî da ser parastina serwerî û yekrêziya axa Sûriyeyê û ragihand, her cure binpêkirina serweriya Sûriyeyê nayê qebûlkirin û hişyarî da Îsraîlê ku divê bi temamî pabendî "Peymana Veqetandina Hêzan" a sala 1974’an be.