Qeyrana sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê kûrtir dibe

Qamişlo (K24) – Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi qeyraneke giran a sotemeniyê re rûbirû ye. Welatî û ajokar saetên dirêj, carna jî bi rojan di rêzên benzînxaneyan de li benda sotemeniyê dimînin, lê gelek caran piştî bendewariyeke dirêj destvala vedigerin malên xwe.

Li piraniya benzînxaneyên bajêr nîşaneyên "Benzîn nîne" hatine daliqandin. Ev qeyran ne tenê bandorê li ser tevgera çûnûhatinê dike, lê belê jiyana rojane ya welatiyan jî zehmet kiriye.

Ajokar Nêçîrvan Ehmed, ku ji serê sibehê ve li benda benzînê ye, derbarê zehmetiyên xwe de dibêje: "Ez ji saet 8ê sibehê ve di rêzê de me. Ev rewş ne cara yekem e; her çend rojan carekê ev qeyran dubare dibe. Ew 50 lîtreyên ku didin me jî, têra karê me nake. Bihayê sotemeniyê giran e û daxwazên me nayên cih."

Qeyran tenê bi benzînê ve ne sînordar e; bihayê nan, gaz û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê jî her diçe giran dibe. Welatî Mehmûd Hamid, balê dikişîne ser bandora vê rewşê ya li ser jiyana malbatî û wiha diyar dike: "Karê me hemû bûye rêzên benzîn û gazê. Kurê min di rêza gazê de ye, ez di rêza benzînê de me. Pîreka min jî di rêza nan de ye. Jiyana me bi vî awayî derbas dibe. Aboriya me xera bûye û her tişt giran bûye."

Tê pêşbînîkirin ku di meha Tebaxê de qeyran hîn kûrtir bibe. Ji ber ku sotemeniya bi nirxê erzan ber bi dawiyê ve diçe, ev yek dibe sedema metirsiyeke mezin li ser kerta karebayê jî. Pispor hişyarî didin ku heke çareseriyek neyê dîtin, dibe ku kareba li gelek deveran bi temamî were birîn.

Di dema niha de, li bajarên Rojavayê Kurdistanê, welatî di navbera bihabûna jiyanê û nebûna sotemeniyê de rûbirûyî astengiyên mezin mane û li benda çareseriyeke bingehîn in.