Reng li dijî tarîtiya şer: Li Efrînê zarok xeyalên xwe xêz dikin
Efrîn (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, hunermend û şêwekar bi rêya hunerê hewl didin bandorên psîkolojîk ên şer li ser zarokan kêm bikin. Navenda Hunerî ya "Aşna", ku ji bo fêrkirina xêzkirin û hunerên şêwekariyê hatiye avakirin, bûye hêviyek ji bo nifşê nû yê Efrînê.
Mamosteya navendê û şêwekar Gulîstan Bozo projeya xwe ya hunerî li bajarê Efrînê vekiriye; projeya wê stûdyoyeke pispor e ku bi serperiştiya wê dersên bingehên xêzkirinê û hunerên şêwekariyê dide zarokan, da ku behreyên wan ên hunerî ji biçûkatiyê ve werin parastin û geşkirin.
Gulîstan bi rêya vê projeyê hewl dide ku qadeke înteraktîf û ewle ava bike ku rê dide zarokan raman û hestên xwe bi azadî bînin ziman û astengiya dudiliyê derbas bikin. Karê wê û mamosteyên navendê ne tenê bi fêrkirina teknîk, xet û rengan ve sînordar e; lê belê bi giranî bala xwe didin ser geşkirina xeyalên zarokan, avakirina baweriya wan a bi xwe û alîkariya wan ji bo naskirina nasname û behreyên xwe ên taybet.
Gulistan Bozo ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew sê sal in vî karî dikin û armanca wan a herî mezin vejandina derûniya zarokan e. Gulistan Bozo wiha dibêje: "Em dersên xêzkirinê didin zarokên ji 6 salî û jortir. Em dixwazin gelê Efrînê, bi taybetî zarok, wan rojên dijwar ên şer ji bîr bikin û bi rêya hunerê, bi ken û kêfxweşî demên xwe derbas bikin."
Li gorî mamosteyên navendê, ev navend ne tenê ji bo fêrkirina teknîkên wênekêşiyê ye, lê belê ji bo avakirina kesayetiyeke xurt e. Mamoste Alîsar Hemo li ser girîngiya projeyê wiha axivî: "Me nexwest tenê xêzkirinê fêrî wan bikin; armanca me ew e ku em kesayetiya wan ava bikin. Em dixwazin baweriya wan bi xwe hebe û behreyên wan ên veşartî derkevin holê."
Navenda Aşna wekî destpêşxeriyeke civakî tê dîtin ku huner û perwerdeyê ji bo avakirina pêşerojeke baştir bikar tîne. Wêneyên li ser dîwarên navendê, ku piraniya wan behsa xwezaya Efrînê û çanda Kurdî dikin, nîşana wê yekê ne ku huner dibe zimanekî dîtbarî ji bo parastina nasname û xeyalên zarokan.
Bi vê xebatê, mamosteyên Efrînê nîşan didin ku tevî hemû zehmetiyan, huner dikare bibe amûreke herî bi hêz ji bo nûkirina jiyanê û geşkirina hêviyên zarokan.