10emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – 10emîn xula Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê bi beşdariya 30 fîlmên cuda li herêma Manhattanê ya bajarê New Yorkê birêve diçe. Armanca sereke ya vê xulê, nasandina çand û sînemaya kurdî bi bînerên Amerîka û cîhanê ye.

Hevrêveberê Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê Aram Hesen îro 10ê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê re axivî û got: “Îsal me hemû amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistina dehemîn xula festîvalê temam kirine. Ev festîval bûyereke giring a sînemayî ye ku ji sala 2017an ve me dest bi karên wê kiriye û di nava van salan de me her tim hewl daye sînema û çanda kurdî bigihînin bînerên Amerîkî û yên navdewletî.”

Aram Hesen da zanîn, ji bo festîvala îsal nêzîkî 350 fîlm ji bo beşdarbûnê hatibûn pêşkêşkirin, lê belê piştî nirxandina lijneyê tenê 30 fîlm ji bo nîşandanê hatin destnîşankirin. Ev berhem ji beşên cuda yên sînemayî pêk tên, di nav de fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm.

Derbarê bername û çalakiyên festîvalê de, rêveberê festîvalê diyar kir ku bername tenê bi nîşandana fîlman sînordar nabe û got: “Em ê derfetê ji bo guftûgo û pevguhertina ezmûnan di navbera derhêner û bîneran de biafirînin. Herwiha bernameyeke taybet a workshopê li ser vegotina çîrokan, bîrwerî, hilberîn û belavkirina sînemaya kurdî jî dê were lidarxistin.”

Li ser armanca festîvalê jî Hesen anî ziman: “Armanca me ya sereke ew e ku em bibin platformek ji bo nasandina çîrok û serpêhatiyên kurdan bi riya sînemayê, herwiha em derhênerên kurd nêzîkî bîner û civaka sînemayê ya New Yorkê bikin. Festîvalê di nava 10 salên temenê xwe de hewl daye ku sînemaya kurdî ji sînorên herêmî derxe û li metropoleke cîhanî ya mîna New Yorkê deng û çîroka sînemakarên kurd bigihîne netewe û çandên cuda.”

Biryar e 10emîn xula Festîvala Fîlmên Kurdî roja 29ê Îlona 2026an li devera Manhattanê ya li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dest pê bike û dê şeş rojan li ser hev berdewam bike.