Kurdên di nava Partiya Nû de: Ozgur Ozel dê piştgiriya gavên çareseriyê bike

Diyarbekir (K24) – Derbarê yasaya çarçoveyî ya ku dê rojên pêş de were rojeva parlementoya Tirkiyeyê, siyasetmedarên partiyên opozîsyonê dibêjin divê yasayek giştgir be ku hemû kes û aliyên peywendîdar bikaribin xwe tê de bibînin. Her wiha siyasetmedar amaje dikin ku divê gavên bilez werin avêtin û pêvajo divê nebe amûrê berjewedniya ti aliyekî.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê raporta xwe ya encamê di meha sibatê de ragihandibû ku tê de pêşniyara derxistina yasayên bo pêvajoyê hatibû kirin û piştî nîqaşên kûr û dirêj tê pêşbînîkirin ku yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê di meha tebaxê de bo parlementoyê were pêşkêşkirin. Di vê mijarê de jî helwesta opozîsyonê tê mereqkirin. Siyasetmedarên Kurd ên ji CHPê derbasî Partiya Nû bûyîn jî balê dikêşin ku partiya sereke ya opozîsyonê Partiya Nû ye û ew pêşbînî dikin ku dê Ozgur Ozel derbarê yasaya pêvajoyê de helwestek erênî nîşan bide.

Rêveberê Partiya Nû Huseyîn Yaşar ji K24ê re got: “Ozgur Beg derbarê çareseriya pirsa kurd de her dem helwestek wêrek û zelal nîşan daye. Serdana wî ya bo Diyarbekirê jî girîng bû û nîşaneya piştgiriya çareseriyê bû. Ez di wê pêşbiniyê de me ku derbarê çareseriya pirsa kurd de çi gav were avêtin, dê Ozgur Ozel piştgiriya wan gavan bike.”

Siyasetmedarên partiyên opozîsyonê amaje dikin ku derxistina yasayek bo pêvajoyê girîng û pêwîst e ji ber ku divê pêvajo dirêj nebe û çiqasî gavên çareseriyê zu werin avêtin dê ewqasî rê li ber provakasyonan werin girtin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Saadetê Abdurahman Ergîn dibêje: “Partiya Saadetê ji serî de her dem piştgiriya çareseriya pirsa kurd kiriye û xwestiye pirsa kurd ser hîmê edalet wekhevî û biratiyê çareser bibe. Yasaya çarçove jî dibe bi awayeke berfireh hemu kes xwe tê de bînin û bibe sedema çareserî biratî û hevgirtinê.”

Partiyên opozîsyonê didin zanîn ku ewê piştgiriya hemû gavên ku xizmeta çareseriyê dikin bikin û her wiha yasayên ku werin derxistin jî divê zemîna çareseriyeke mayînde derbixin holê.