PDKê biryara vegera bo Encûmena Parêzgeha Kerkûkê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, biryara xwe ya dawî ya ji bo vegera nav civînên encûmenê ragihand. PDKê sedema vê pêngavê wekî bersivdayîna daxwaza welatiyan û aliyên siyasî binav kir.
Fraksiyona PDKê îro 28ê Tîrmeha 2026an di konferanseke rojnamevanî de aşkere kir, ew ê êdî beşdarî rûniştinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibe.
Endama Fraksiyona PDKê Şoxan Hesîb di konferansê de diyar kir, Iraq di qonaxeke giring a têkoşîna li dijî gendeliyê re derbas dibe û got: “Ji bo piştgirîkirina pêngavên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û daxwaza berdewam a xelkê me û alîgirên PDKê, me biryar da ku em vegerin nav encûmenê, ji bo ku nûnertiya dengê xelkê xwe bikin.”
Hesîb herwiha destnîşan kir, hemû aliyên siyasî yên di nav encûmenê de bi fermî daxwaz ji serokatiya PDKê kirine ku di vê qonaxa hestiyar de bi hev re kar bikin. Tekez kir jî, PDK dê di nav encûmenê de roleke çalak a çavdêriyê bilîze, da ku rê li gendeliyê bigire û mafên hemû pêkhateyan bêyî cudahî biparêze.
Piştî hilbijartinên encûmena parêzgehan ên dawiya sala 2023an, li Kerkûkê krîzeke siyasî derketibû. Di Tebaxa 2024an de, hinek aliyên siyasî li Otêla Reşîd a Bexdayê civiyan û bêyî beşdariya PDKê û beşek ji nûnerên Tirkmen û Ereban, îdareya nû ya Kerkûkê pêk anîbûn.
Ji wê demê ve, Fraksiyona PDKê civînên encûmenê boykot kiribûn û bi hinceta ku îdare bi awayekî neyasayî hatiye avakirin, beşdarî rûniştinan nedibû.