Amerîka û Siûdiyê êrîşî komên çekdar ên li Iraqê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên asmanî yên Amerîka û Erebistana Siûdiyê, li rojhilatê Iraqê zincîre êrîşên asmanî birine ser baregehên milîsên ser bi Îranê.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, êrîşên ku di 28ê Tîrmehê de hatine kirin, kogeha çekan û navendên lojîstîk ên wan komên çekdar armanc girtine. CENTCOM dibêje, ev kom rênimayan ji Supaya Pasdarên Îranê digirin û tenê di 72 demjimêrên borî de zêdetirî 30 êrîşên dronî li ser hêzên Amerîka û saziyên Siûdiyê pêk anîne.
Her çend CENTCOMê cihên hûr ên êrîşan aşkere nekiribe jî, jêderên ewlehiyê ragihandin ku li parêzgehên Besra, Babil, Kerbela û Neynewayê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin. Ev operasyon piştî wê yekê tê ku Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê aşkere kiribû ku wan çendîn dronên ku ji axa Iraqê ber bi Riyad û herêma rojhilat ve hatibûn şandin, xistine xwarê.
Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî duh ferman dabû dezgehên ewlehiyê ku li ser wan belgeyên ku Siûdiyê pêşkêş kirine lêkolînê bikin û tekez kir ku Bexda rê nade axa Iraqê bibe qada êrîşên ser cîranan.
Li aliyê din, koma "Berxwedana Îslamî li Iraqê" peywendiya xwe bi êrîşên ser Siûdiyê re red kir û got ku ew êrîş ji Yemenê hatine kirin.