Xwecihiya Efrînê ya ENKSê kiryarên li dijî sivîlên herêmê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi daxuyaniyekê kuştina du welatiyên Kurd li gundewarê Efrînê bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku tawanbar werin girtin û darizandin.
Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de diyar kir, herêma Efrînê ev demeke dirêj e rûbirûyî zilm û binpêkirinên giran dibe. Herî dawî, duh 28ê Tîrmeha 2026an welatiyê bi navê Adil Abdulhenan Nasan ê j gundê Şîtka, dema ji nava zeviyê xwe vedigeriya, bi guleyên "xayînane" hat kuştin.
ENKSê da zanîn, berî vê bûyerê jî, kalemêrê bi navê Mihemed Murad (75 salî) li gundê Xilnîrê di nava zeviyên xwe de hatibû kuştin. Herwiha li navçeya Cindirêsê jî welatiyekî temenmezin hatibû lêdan.
Xwecihiya Efrînê ya ENKSê destnîşan kir, ev cure tawanên hovane dibin sedema fitneyê û aştiya navxweyî û aramiya civakî ya herêmê dixe metirsiyê.
Herwiha wiha got: "Em van tawanan şermezar dikin û daxwaz ji dezgehên ewlehiyê û polîsan dikin ku hûrguliyên bûyerê aşkere bikin, tawanbaran bigrin û radestî dadgehê bikin, da ku cezayê xwe yê dadwerane werbigirin."
Di dawiya daxuyaniyê de, Xwecihiya Efrînê ya ENKSê hêvî kir ku li herêma Efrînê û li seranserî Sûriyeyê aştî, ewlehî û rûmeta welatiyan were parastin û dawî li van kiryarên li dijî mirovahiyê were anîn.