Sedir: Nabe milîsên deryasayî hincetan bidin welatên Kendavê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir îro 29ê Tîrmeha 2026an bi daxuyaniyekê tekezî li ser parastina serweriya axa Iraqê kir. Sedir êrîşên li ser Iraqê ji aliyê her welat û aliyekî ve be bi tundî şermezar kir û bang li Supaya Pasdaran a Îranê û milîsên navxweyî kir ku Iraqê nekin qada şer û milmilameya herêmî.

Sedir di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, axa Iraqê ne qada êrîşên li ser Komara Îslamî ya Îranê ye û got: “Ez bang li birayên xwe yên di Supaya Pasdaran de dikim ku êrîş û bombebaranên xwe yên li ser axa Iraqê rawestînin. Di heman demê de ez bang li 'milîsên derveyî yasayê' dikim ku hincetan nedin welatên Kendavê, da ku axa Iraqê armanc bigirin.”

Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe helwesta wan komên çekdar ên ku hewl didin Iraqê bikişînin nav "şerekî bêsûde" wekî "bêşermî" binav kir. Sedir herwiha bang li hemû aliyan kir ku xwe ragirin û nekevin pey planên "dijminê Îsraîlî-Amerîkî" yên ku dixwazin di navbera birayan de şer û alozî derxin.

Muqteda Sedir daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku bi awayekî cidî ji bo çespandina ewlehiyê û sepandina serweriya yasayê kar bike. Sedir tekez kir ku gelê Iraqê pêwîstiya wê bi aştiyê heye û got: “Şeran hemû şiyan û rûmeta welatê me xerc kirine; divê em rê nedin ku welat bikeve dû xurafeyên mezhebgeriyê.”

Di beşeke din a peyama xwe de Sedir hişyarî da, dibe ku şaneyên razayî yên terorê li hundir û derve çalak bibin û mezhebgeriyê wekî hincet ji bo têkdana ewlehiya Iraqê bikar bînin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Muqtada Sedir peyameke aştiyê ji bo hemû welatên cîran şand û xwast ku navçe ji bingehên serbazî yên biyanî, asayîkirina peywendiyên bi Îsraîlê re û hejmona kolonyalîzmê were parastin.