Bi biryara Serokwezîr, gundiyên herêma Qereçoxê ji qerzên xaniyan hatin bexşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, qerzên xaniyan ji ser milê wan gundiyên li herêma Qereçoxê hatin rakirin ku xaniyên wan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn teqandin.
Li gorî nivîseke fermî ya Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran, ku ji bo Wezareta Darayî û Aborî hatiye şandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye ku ji bo hêsankariya welatiyên ziyandîtî, hemû qerzên mayî yên pêşîniya xaniyan ji ser milê wan were rakirin.
Di nivîsê de hat tekez kirin, Wezareta Darayî divê karên pêwîst bike da ku welatiyên gundên Qereçoxê ji hemû qerzên ku li ser wan mane, werin bexşandin. Her wiha ev biryar sûdên derengketinê (cezayên darayî yên ji ber derengketinê) jî digire nav xwe.
Ev biryara hikûmetê di çarçoveya hewildanên ji bo piştgirî û alîkarîkirina ziyandîtiyên destê terorê de hat girtin. Hikûmet dixwaze bi vî awayî barê darayî yê li ser milê gundiyên wan herêmên ku rûbirûyî wêrankariyê bûbûn, sivik bike û alîkariya wan bike ku vegerin ser jiyana xwe ya asayî.
Herêma Qereçoxê yek ji wan navçeyan e ku di dema şerê DAIŞê de rastî wêrankariyeke mezin hatibû û gelek gundiyên wê herêmê xaniyên xwe ji dest dabûn.