Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda û hilweşandina Partiya Pêşerojê ragehand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu bi rengekê fermî vekişiyana xwe ji siyaseta hizbî û hilweşandina partiya xwe ragehand. Ev biryara Dawidoglu piştî rexneyên wî yên tund ên li ser sîstema serokatiyê û krîza siyasî ya li Tirkiyeyê hat.
Ahmet Davutoglu îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) di peyamekê de di bin navê "Ji bo Tirkiyeya Sibe", ku li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê belav kiriye, eşkere kir ku wî biryar daye bi yekcarî ji siyaseta partîtiyê vekişe û partiya xwe hilweşîne. Dawidoglu tekez jî kir ku ev biryara wî ne "xwebidestveberdan" e, belku helwesteka "exlaqî" ye li beranberî wê rewşa siyasî ya ku niha li Tirkiyeyê heye.
"Siyaseta berjewendiyan" û rexneyên li ser sîstema serokatiyê
Serokê Partiya Pêşerojê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê jî ku siyaseta li Tirkiyeyê ji qada berpirsiyariya civakî derketiye û bo hevrikiya berjewendiyên kesî, post û pileyan hatiye guhertin. Wî da zanîn jî ku vê rewşê wisa kiriye ku kesên xwedan şiyan û prensîp ji qada siyasetê dûr bikevin.
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê rexneyên tund li "Sîstema Serokatiyê" ya li Tirkiyeyê girtin û diyar kir ku vê sîstemê bingeha jihevveqetandina desthilatan lawaz kiriye. Dawidoglu destnîşan jî kir ku vegeriyana bo "Sîstema Parlamentoyê" bo Tirkiyeyê ne tenê bijardeyek e, belku pêdivîtiyeka neçarî ye daku bawerî bo saziyên dewletê û dadweriyê vegere.
Dawiya Partiya Pêşerojê
Dawidoglu li ser hilweşandina partiya xwe ragehand: "Ji bo ku em nebin pişkek ji vê rewşa siyasî ya gendel, me biryar da em ji siyaseta hizbî vekişin û çalakiyên Partiya Pêşerojê bi dawî bînin. Ev ne vekişiyana ji xebata bo Tirkiyeyê ye, belku bilindkirina berpirsiyariyên me bo di ser her berjewendiyeka kesî de ye."
Partiya Pêşerojê di Berçileya sala 2019ê de ji aliyê Ahmet Davutoglu ve hatibû damezrandin û di hilbijartinên sala 2023ê de pişkek bû ji "Hevpeymaniya Milet" ya opozîsyonê.
Ev biryara Dawidoglu di demekê de tê ku partiya wî di hilbijartinên borî de nekaribû encamên berçav bi dest bixe. Heta niha tu zanyar li ser pêngavên bê yên Dawidoglu û endamên din ên serkirdetiya vê partiyê nehatine belavkirin.