Li Qamişlo yekemîn ‘Festîvala Genim’ hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo, bi armanca vejandina çandê û baştirkirina berhema genim, yekemîn festîvala bi navê “Festîvala Genim” dest pê kir.
Bi beşdariya jinan, xwendekarên zanîngehê û cotkarên herêmê, li Qamişlo festîvaleke taybet ji bo genim hat organîzekirin. Di festîvalê de cureyên cuda yên genim, amûrên kevnar ên çandiniyê û xwarinên resen ên herêmê hatin pêşkêşkirin.
Beşdarek bi navê Keça Kurd bal kişand ser amûrên kevn ên hêrandin û amadekirina genim û diyar kir ku amûrên di festîvalê de tên nîşandan, dîroka zêdetirî 100 salan di nava xwe de dihewînin û ew dixwazin nifşê nû fêrî wan qonaxan bikin ka genim çawa ji zeviyê dibe xwarin li ser sifreyan.
Xwendekarên Zanîngeha Rojava jî bi projeyên xwe yên nûjen û zanistî rengekî cuda dan festîvalê. Wan gelek amûr û makîneyên nûjen ên çandiniyê, bi şêweyê biçûk, çêkirine û li wir nîşanî mêvanan dan.
Xwendekara Zanîngeha Rojava Sîmav Mihemed derbarê beşdariya wan de got: “Em li ser nexweşiyên genim û rêyên parastina wan lêkolînan dikin. Armanca me ew e ku em bi rêyên teknîkî û zanistî, cureyên genim ên li Rojavayê Kurdistanê baştir bikin û berhemanînê zêde bikin.”
Rojavayê Kurdistanê bi zeviyên xwe yên berfireh ên genim tê naskirin. Amadekarên festîvalê destnîşan dikin ku ev çalakî ne tenê nîşandana berhemekê ye, lê belê parastina mîratê dîrokî û xurtkirina aboriya herêmê ye. Tê çaverêkirin ku ev festîval her sal were dubarekirin û bibe platformek ji bo pevguhertina ezmûnan di navbera cotkar û pisporên zanistî de.