Li Dihokê parkeke mezin û 10 parkên din tên avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Dihokê ragihand, di çarçoveya plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo zêdekirina rûbera kesk û parastina jîngehê, li bajêr parkeke nû ya bi navê "Alokaya" ava dikin.

Berpirsê Ragihandinê ya Şaredariya Dihokê Şêrwan Hesen ji Kurdistan24ê re aşkere kir, rûbera parka "Alokaya" zêdetir ji milyonek û 500 hezar metreçargoşe ye. Ev proje wekî yek ji mezintirîn projeyên jîngehparêziyê yên bajêr tê dîtin.

Şêrwan Hesen destnîşan kir, ev park ji parkên din cuda ye; ji ber ku di hundirê wê de bendavek heye û rûbarê Îşkero di nav re derbas dibe. Herwiha ji bo ku geştiyar bikarin lê bimînin, di hundirê parkê de hotelek jî tê avakirin.

Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên parka Alokayayê, çandina darên bi ber e. Li gorî agahiyan, di parkê de hezar darên tûyê û hezar darên lîmonê ligel gelek darên din ên meyweyan tên çandin. Armanc ew e ku gava welatî û geştiyar serdana parkê dikin, bikarin ji berhem û meyweyên van daran bixwin.

Heta niha %25ê karên parkê bidawî bûne. Berpirsê Ragihandina Şaredariyê diyar kir, eger kar bi vî awayî berdewam bikin, ew ê sala bê parkê bi fermî vekin.

Derbarê projeyên din ên şaredariyê de, Şêrwan Hesen ragihand ku ew plan dikin li taxên cuda yên Dihokê 10 parkên din ava bikin. Her wiha karên çandina kulîlk û şitilan li ser kolan û peyayan berdewam dikin. Bi temambûna van projeyan re, rêjeya rûbera kesk li Dihokê dê bibe %18 û dîmeneke nûjen û ciwan bide bajêr.