Bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî; Çilrojiya Lîwa Tehsîn Kemekî hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li bajarê Dihokê, di merasîmeka bi heybet û tije wefa de, çilrojiya wexerkirina Pêşmergeyê dêrîn, fermandarê çavnetirs û xizmetkarê dilsoz ê doza neteweyî, Lîwa Tehsîn Kemekî hat lidarxistin.

Merasîmên çilrojuya Pêşmergeyê dêrîn Lîwa Tehsîn Kemekî vê êvarê (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) li Hola Konferansan a bajarê Dihokê hatin lidarxistin. Merasîm bi amadebûna kesatiyên herî bilind ên hizbî û hikûmî, mîna Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Serbest Lezgîn, Wezîrê Elektrîkê û Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed, Parêzgarê Dihokê Elî Teter, tevî hejmareka zêde ji hevalên wî yên xebatê, fermandarên payebilind ên Pêşmerge, endamên Parlamena Kurdistanê û Encûmena Nûnerên Iraqê û cemawerekî berfireh ji xelkê deverê, birêve çû.

Peyama Serok Barzanî: Tehsîn Kemekî qehremanekî xwedanrol û çavnetirs bû

Di merasîmê de, Nûnerê Serok Barzanî, Serbest Lezgîn, gotarek pêşkêş kir. Wî di destpêkê de silav û serexweşiyên germ ên Serok Mesûd Barzanî gihandin malbata serbilind a Lîwa Tehsîn Kemekî û hemî hevalên wî yên têkoşer. Serbest Lezgîn bi rêz û hûrmet behsa dîroka tije serbilindî ya şoreşên Kurdistanê kir û destnîşan kir ku ev azadî bi xwîna pakrewanan û renca fedakaran hatiye bidestxistin.

Nûnerê Serok Barzanî tekez jî kir ku Lîwa Tehsîn Kemekî yek ji wan lehengên nemir bû, ku bi rola xwe ya berçav, çavnetirsî û plandanana xwe ya leşkerî ya zîrek, cihekî taybet di dîroka Pêşmergetiyê de girtiye. Wî herwesa got: "Rehmetî bo axa xwe herdem fermandarekî çalak, xweragir û mînakê wefadariyê bû."

Parêzgarê Dihokê: Destkeftiyên me berhemê renca Lîwa Tehsîn û hevalên wî ne

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Dihokê Elî Teter di gotara xwe de, bi kûrayî behsa kesatiya Xudêjêrazî û dîroka malbata wî ya têkoşer kir. Elî Teter nirxandina herî bilind bo rola wî ya wêrek di qonaxên pir bizehmet û çarenivîssaz ên şoreşê de li deverê kir.

Parêzgarê Dihokê diyar jî kir ku Lîwa Tehsîn di berevanîkirin û parastina ax, ala, rûmeta neteweyî, ziman û çanda pêkvejiyanê de kesekî herî pêşeng û naskirî bû. Parêzgarê Dihokê bi gotineka bi heybet got: "Ev azadî û hemî destkeftiyên ku îro em tê de dijîn berhemê rasterast ê renc, zehmet û xebata bêrawestan a bi hezaran têkoşerên mîna Lîwa Tehsîn Kemekî ye."