Li Kerkûkê çend berpirs û efserên bilind bi tohmeta gendeliyê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji polîsên Kerkûkê ragihand ku di çarçoveya berdewamiya kempeynên kabîneya Elî Zeydî de ji bo jinavbirina gendeliyê, hêzên ewlehiyê çend berpirs û efserên bilind ên ewlehiyê li Kerkûkê girtine ku di nav wan de du rêveberên saziyên fermî yên wî bajarî hene.

Çavkaniyekê ji polîsên Kerkûkê îro (Înî, 31ê Tîrmeha 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand; piştî ku di çend rojên borî de 15 karmend û efser di dezgehên ewlehiyê yên cuda cuda de hatin girtin—ku parek ji wan karmendên Rêveberiya Trafîkê ya Kerkûkê bûn—îro hejmareke din a tohmetbaran hatiye girtin, ku di nav wan de du rêveber û berpirsên bilind ên ewlehiyê hene.

Wê çavkaniyekê eşkere jî kiriye ku, ew fermandar û berpirs serperiştiya du saziyên giring û bingehîn ên ewlehî û xizmetkariyê li Kerkûkê dikin û yek ji wan Kurd e.

Her wê çavkaniya polîsan sedema girtina wan efser û berpirsên bilind bo têkiliya wan a bi dozên gendeliyê, wergirtina pere û bertîlan ji welatiyan li beramber bicihanîna karûbarên wan vegerand.

Tekez jî kir ku girtina wan berpirsên nû li ser bingeha lihevhatin û pejirandina fermî ya hejmareka efser û karmendên din tê, ku berê ji aliyê Desteya Destpakiyê û Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî ve hatibûn girtin.

Ev rêkar û girtin parek ji wê kempenya nîştimanî ya berfireh in, a ku ji aliyê kabîneya Serokwezîr Elî Zeydî ve ji bo kontrolkirin û jinavbirina gendeliyê di saziyên îdarî û ewlehiyê yên Iraqê de hatiye ragihandin.