CENTCOM: Em cîbicîkirina ambargoya li ser Îranê didomînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Hêza Deryayî ya Amerîkayê li avên herêmê çavdêriya tevgerên deryayî tund kiriye û rê li ber keştiyên ku dorpêçê binpê dikin, digire.

CENTCOMê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" belav kir û diyar kir, helîkoptereke ji cureyê "MH-60R Sea Hawk" li ser keştiya cengê "USS Michael Murphy", amadekariyan ji bo çavdêrîkirina tevgerên deryayî dike.

Li gorî rapora dawî ya CENTCOMê, heta 31ê Tîrmeha 2026an, hêzên deryayî rêkarên pir tund li dijî wan keştiyan girtine ber xwe ku guman heye dorpêçê binpê bikin. 

Amaran nîşan didin, di vê heyamê de rê û arasteya 30 keştiyên bazirganî hatiye guhertin û ji ber binpêkirina rênimayan 2 keştî ji kar hatine xistin; her wiha hêzên Amerîkayê ji bo encamdana pişknînên hûr ketin ser 2 keştiyên din jî."

Artêşa Amerîkayê tekez kir, tevî dorpêça tund, wan aliyê mirovî jî li ber çav girtiye. Di vê çarçoveyê de, rê hatiye dayîn ku nêzîkî 30 keştiyên ku alîkariyên mirovî û derman hilgirtibûn, bêyî ti pirsgirêkê di herêma dorpêçê re derbas bibin.