Biryargeha Xatemul Enbiya gef li welatên navçeyê xwar

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya, Elî Ebdulahî hişyarî da welatên herêmê û ragihand; her welatekî ku bibe mertalê parastinê ji bo Amerîkayê, dê di nav agirê şer de bişewite.

Ebdulahî îro 1ê Tebaxa 2026an di peyamekê de bi tundî êrîşî siyasetên Amerîkayê kir û diyar kir, Amerîka bi lezeke nedîtî ber bi şerekî herêmî û berfireh ve gavan dihavêje. Ebdulahî got: "Ev yek encama stratejiyeke xeternak e ku armanca wê ferzkirina hejmona neyasayî ya Amerîkayê ye li seranserî herêmê."

Fermandarê Îranî her wiha got ku Amerîkayê di "şerê dawî yê li dijî Îranê" de, nîşan daye ku ji bo berjewendiyên xwe, amade ye her cure wêrankariyê li dijî çavkaniyên misilmanan bike.

Ebdulahî bang li welatên herêmê kir û got, divê dewletên misilman hişyar bin, ji ber ku "Amerîka sermaye, dewlemendî, binesazî û çavkaniyên stratejîk ên van welatan wek mertal ji bo parastina artêşa xwe bi kar tîne." Li gorî gotina wî, Amerîka bi vî awayî zêdetir giringiyê dide ewlehiya Îsraîlê û hêza xwe ya leşkerî.

Herwiha destnîşan kir, Îran bi alîkariya "Eniya Berxwedanê" û hêzên xwe yên çekdar, hevsengiya hêzê li herêmê guhertiye. Diyar kir jî, êdî hevsengî ne li gorî berjewendiyên Washingtonê ne, lewma artêşa Amerîka û Îsraîl li pişt çeperên welatên misilman şer û xwînrijandinê dikin û lêçûna şer jî dixin stûyê dewletên herêmê.

Di dawiya peyama xwe de, Elî Ebdulahî daxwaz ji welatên herêmê kir ku çavê xwe li ser "sûcên Amerîkayê" negirin û sererastkirinê di têkiliyên xwe yên bi Washingtonê re bikin. Herwiha hişyarî da û got: "Her welatekî ku xwe bike mertalê parastina Amerîkaya tawanbar, dê di agirê şer de bişewite."