Li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê agir bi depoyeke sotemeniyê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de, di depoyeke sotemeniyê de şewateke mezin derket. Tîmên parastina şaristanî hewl didin agir bixin bin kontrola xwe.

Li depoyeke sotemeniyê ya li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê  agir derket. Li gorî agahiyên destpêkê, sedema sereke ya şewatê hebûna bireke mezin ya madeya "thinner" bûye ku di nav depoyê de hatiye hilanîn.

Tîmên agirkujiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin, da ku rê li ber berfirehbûna agir bigirin. Ji aliyê din ve, Berdevkê Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, ev şewat rûdaneke asayî ye û ti "destwerdaneke ewlehiyê" yan kiryareke bi qest li pişt nîne.

Berdevkê Parastina Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd bal kişand ser wê yekê ku li gelek kargeh û depoyan mercên ewlehiyê tune ne, lewma kontrolkirina agir zehmet dibe. Seîd diyar kir, di rojên dawî de li Hewlêr û derdora wê nêzî 12 şewat derketine, lê bi bextewarî ti ziyanên canî çênebûne.

Beriya du rojan jî li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê di kargeheke zeyta otomobîlan de şewateke mezin derketibû û ji ber dûmana zêde, rêya sereke ji bo demekê hatibû girtin. Li ser bûyera îro jî lêkolînên polîs û tîmên teknîkî berdewam dikin.