Amerîka ji welatiyên xwe re: Geştên xwe bo Rojhilata Navîn hilweşînin yan jî bipaş bixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Urdinê daxuyaniyeke bilez belav kir û bang li welatiyên xwe kir ku ji ber zêdebûna rageşiyê û xirabûna rewşa ewlehiyê, herêma Rojhilata Navîn bicih bihêlin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Emmanê, hişyariyeke ji bo hemwelatiyên xwe yên li herêmê weşand. Di daxuyaniyê de hat xwastin ku Amerîkî di zûtirîn dem de herêmê bicih bihêlin, yan jî ji bo rewşeke awarte ya derketina ji herêmê amade bin.

Balyozxaneyê bang li wan Amerîkiyan ku plan dikin serdana Rojhilata Navîn bikin, kir û ji wan xwast ku li biryarên xwe vegerin, geştên xwe bipaş bixin an jî bi temamî hilweşînin.

Ji bo Amerîkiyên ku niha li Urdinê ne jî hişyariyên taybet hatin dayîn:

- Ji bingehên leşkerî yên Amerîkayê dûr bikevin.

- Nêzî otêl û binesaziyên sivîl nebin.

- Ji cihên qerebalix û giştî dûr bikevin û li cihên parastî bimînin.

Ev hişyariya tund, piştî zêdebûna êrîşên li ser hêzên Amerîkayê hat. Li gorî daxuyaniyê, herêm di bin gefên Îranê û komên çekdar ên ser bi wê de ye. 

Amerje bi wê jî hat kirin ku di 17ê Tîrmeha 2026an de, di encama êrîşeke mûşekî û dironî ya Îranê de, li Urdinê 2 serbazên Amerîkî hatibûn kuştin û 4 jî birîndar bibûn.

Hişyariya Balyozxaneyê di demekê de tê, Fermandarê Biryargeha Xatemul Enbiya ya Îranê gef li welatên herêmê xwaribû û diyar kiribû ku heke welatên herêmê li têkiliyên xwe bi Amerîkayê re venegerin û bibin "mertal" ji bo parastina serbazên Amerîkî, ew ê di nav agirê şer de bişewitin.