Arêşeya avê li bajarkê Çomanê tê çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber hiriyana berfê û kombûna rêjeyeke zêde ya li deverên çiyayî, rêya çavkaniya ava "Pirje"yê guheriye. Tîmên Rêveberiya Avê ya Çomanê ev du roj in li pey hev mijûlî dîtina çavkaniya sereke ya avê ne.
Ev du roj in ku tîmên Rêveberiya Avê ya Çomanê bizavê dikin ku seredavekê bibînin, daku bigihîjin xezana yekê ya avê. Ji ber zêdebûna berfê, ji destpêka biharê ve heta niha destê tîman nedigehişt wî cihî; lê niha bizav hatine zêdekirin daku rêya avê bê rastkirin û av vegere nav xezanê.
Rêveberiya Avê ya Çomanê ragihand ku nêzîkî 15 heta 20 metreyên berfê li ser xezana avê ketine û ev yek bûye sedem ku av negihîje qezaya Çomanê. Ji ber vê pirsgirêkê, çend taxên bilind ên wekî taxa Girmendîlê, parek ji taxa Kosretan û taxa Werdeyê rûbirûyî kêmiya avê bûne û niha bi rêya tankerên avê av ji wan re tê dabînkirin.
Tîmên avê diyar dikin ku kar gihîştiye qonaxa dawiyê û di çend rojên bê de pirsgirêka kêmiya avê li qezaya Çomanê dê bi dawî bibe. Hevdem ji bo rêgirtina li dubarebûna vê pirsgirêkê û nehêlana sîstema tankerên avê, Rêveberiya Avê dest bi nûjenkirina xezanan kiriye daku av bi awayekî wekhev bigihîje hemî taxên qezayê.
Zozanên Pirjeyê, ku çavkaniya ava Çomanê ye, ligel bidawîbûna demsala zivistanê û destpêka biharê, berfa li ser çiyayên wê dihiriyê. Ji ber ku xezana ava Çomanê li Pirjeyê ye, berfa hiriyayî li ser xezanê kom dibe û rêya avê diguherîne. Îsal berevajî salên borî, ji ber zêdebûna rêjeya barîna berfê, qebareya hiriyanê mezintir bûye û rêya avê bi temamî guhertiye.