Ozgur Ozel: Bi derketina yasaya çarçoveyê re divê Demirtaş jî were azadkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel piştgiriya xwe ya ji bo proseya aştiyê û "yasaya çarçoveyê" ragihand û daxwaz kir ku Selahedîn Demîrtaş serbest were berdan, da ku ew li mala wî serdana wî bike.
Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û destnîşan kir ku nêzîkatiya wan a ji bo çareseriya pirsa Kurd û dabînkirina aştiyê, ne stratejiyeke demkî ye. Ozel got: "Helwesta me ya li ser vê mijarê berê çawa bû, îro jî weha ye. Em wek namzetê desthilatê dixwazin ku li Tirkiyeyê pirsa Kurd û pirsa terorê bidawî bibe."
Ozel bal kişand ser lêçûnên şer û diyar kir, ew piştgiriyê didin proseyê da ku hemû derfetên budceyê li şûna şer, ji bo xizmeta welatiyan werin xerckirin. Herwiha tekez kir ku Partiya Nû ji bo çareseriyeke mayînde bi temamî amade ye.
Serokê Giştî yê Partiya Nû, derbarê girtina Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş de: "Ez êdî naxwazim li Zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş bikim; ez dixwazim biçim mala wî û li wir serdana wî bikim. Nabe ku dema 'yasaya çarçoveyê' derdikeve, Selahedîn Demîrtaş ji pişt darbestên zîndana Edîrneyê temaşeyê wê bike."
Ozgur Ozel herwiha diyar kir jî, derketina yasaya çarçoveyê û azadkirina Demîrtaş dê baweriya bi proseyê û aştiya civakî xurttir bike.