Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmeta federal peymana Şingalê bi cih bîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) di salvegera 12ê ya jenosîd û komkujiya Êzidiyan li Şingalê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Erka Hikûmeta Iraqa federal e ewlehî û avedaniyê ji bo Şingalê vegerîne. Herwesa got: “Em ê berdewam bin di hewlên xwe yên navneteweyî de heta ku tawanên DAIŞê li ser asta cîhanê bi tevahî wek jenosîd bêne naskirin.”
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di salvegera jenosîda Êzdiyan de
Îro bi xem û êşeke kûr ve, bîranîna diwanzdeh saliya tawana jenosîd û komkujiya welatiyên me yên Êzdî bi bîr tînin. Di vê bîranîna bi êş de, serê rêz û hurmetê li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û bi hemî rêz û wefadariyê ve wan bi bîr tînin.
Tawana jenosîda Êzdiyan û dîlgirtina keç û jinên wan û wêrankirina mal û perestgehên wan, birîneke vekirî ya dil û derûna gelê Kurdistanê ye. Mixabin welatiyên me yên Êzdî piştî diwanzdeh salan jî, hê jî baca nakokiyên siyasî û amadebûna hêzên çekdar ên neyasayî didin.
Ji vir ve tekez dikin ku erka Hikûmeta Iraqa federal e ewlehî û avedaniyê ji bo Şingalê vegerîne, Rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re cîbicî bike, kar ji bo parêzgehbûna wê bike û hêzên neyasayî herêmê bi cîh bihêlin da ku koçber vegerin ser cih û warên xwe.
Em welatiyên xwe yên Êzdî piştrast dikin heta ku revandiyek jî mabe, tîma nivîsîngeha me dê berdewam be li ser karên xwe yê ji bo rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan. Herwiha em ê berdewam bin di hewlên xwe yên navneteweyî de heta ku tawanên DAIŞê li ser asta cîhanê bi tevahî wek jenosîd bêne naskirin.
Di vê bîranînê de, spas û rêzdariya xwe ya kûr pêşkêşî xelkê mêvanperwer ê Dihok û Behdînanê bi giştî dikin ku di kêliyên dijwar de deriyê mal û dibistan û mizgeftên xwe ji aware yên Êzdî re vekirin. Herwiha spas û rêzdarî ji bo wan hemî welatên ku wê tawanê wek jenosîd nasandine û bi her şêweyekî be alîkariya Êzdiyan kirine.
Silav li berxwedana civaka Êzdî, silav ji bo giyanê pak ê şehîdan û wan hemî Pêşmergeyên qehreman ên ku di wan rojên dijwar de bi fermandariya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, efsaneya DAIŞê têkşikandin û canê xwe ji bo azadkirina Şingalê û parastina rûmeta niştiman bexşîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/08/2026