Mesrûr Barzanî: Em dê mafên gişt pêkhateyan biparêzin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê civiya û pê re tekez li ser giringiya parastin û bihêzkirina çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên Kurdistanê de û pabendbûna hikûmetê bi parastina mafên Krîstiyanan bêyî cudahî kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) pêşwaziya Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê Patrîark Mar Polsê Sêyê Nona kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser girîngiya parastin û bihêzkirina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên hemî pêkhateyan, bi taybetî jî Krîstiyanan û xizmetkirina wan bêyî cudahî tekez kir.
Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, ji ber piştgiriya wî ya berdewam bo mafên pêkhateyan û bi taybetî Krîstiyanan.