Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera li Şamê civiyan

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşt Şamê û ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hat pêşwazîkirin, paşê jî her du aliyan pêşxistina peywendiyên dualî, avakirina aramiya deverê û destpêkirina pêngavên Sûriyeyê ji bo vekirina konsulxaneya Sûriyeyê li Hewlêrê nîqaş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) bi serdaneke fermî gihîşt bajarê Şamê yê paytexta Sûriyeyê û ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hat pêşwazîkirin.

Di derheqa naveroka wê serdanê de, Berdovkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: "Rola Herêma Kurdistanê di wan pirsên ku li deverê rû didin de roleke erênî û qebûlkirî ye û em dê li ser van pêngavên xwe berdewam bin."

Dilşad Şehab eşkere jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyan kiriye. Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bi rêz û hurmet ve li rola Herêma Kurdistanê ya di rûdanên borî de nêriye.

Berdovkê Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa hêvî xwest ku ev serdan bibe xaleke bihêz ji bo peywendiyan û amaje kir ku ev ne hevdîtina yekê ye, beriya niha jî du hevdîtinên din di navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera de çê bûne.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Dilşad Şehab da zanîn: "Niha Sûriyeyê pêngavên xwe ji bo vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê dest pê kirine." Wî eşkere jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Ehmed Şera kiriye ku serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.