PWK: Pêçandina birînên jenosîda Şingalê wazîfeyeke neteweyî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 12ê ya jênosîda Şingalê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku pêçandina birînên kurdên Êzidî wazîfeyeke neteweyî ya hemû kurdên cîhanê ye, herwesa bang li Netewên Yekgirtî jî kir ku vê komkujiyê bi rengekê fermî wekî jênosîd qebûl bike.
Peyama Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Pêçandina birînên jenosîda Şingalê û hemû birînên kurdên êzdî wazîfeyeke neteweyî ya hemû kurdên cîhanê ye
Îro dozdemîn salvegera komkujîya kurdên êzdî ye ku ji alîyê rêxistina hov û terorîst DAIŞê ve li Şingalê û derdora wê pêk hat.
Roja 3ê tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê. Di encama vê êrîşî de, bi hezaran welatiyên sivîl ên kurdên êzdî hatin kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên êzidî jî hatin êsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sed hezaran xelkê sivîl yên kurdên êzdî mecbûr man ku cîh û warên xwe bihêlin û terk bikin.
Birîna jenosîda Şingalê ya xuşk û birayên me yên kurdên êzdî birîneke kûr e û ev birîna hemû kurd û kurdistanîyan e.
Heta nuha jî gelek keç û jinên kurdên êzdî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Heta nuha jî piranîya gelê me yê êzdî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîn vegerin ser cih û warên xwe.
Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar ya xuşk û birayên me yên kurdên êzdî bernameyeke taybetî amade bikin û bi cîh bînin.
Pêçandina birînên jenosîda Şingalê û hemû birînên kurdên êzdî wazîfeyeke neteweyî ya hemû kurdên cîhanê ye.
Em bangî Netewên Yekgirtî dikin ku vê komkujî û jenosîda kurdên êzdî bi awakî fermî qebûl bikin.
Di dozdemîn salvegera jenosîd û komkujîya Şingalê ya xuşk û birayên me kurdên êzdî de, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.
Em di dozdemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr
tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên kurdên êzdî ne.
03.08.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)