Tîmên Projeya Ronakî li qezaya Kifriyê dest bi kar dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Kifriyê Bi fermî dest bi cîbicîkirina "Projeya Rûnakî" hate kirin. Bi vê pêngavê re, dê bi sedan jenerator taybet werin vemirandin û li herêmê elektirîka 24 saetî were dabînkirin.
Tîmên teknîkî yên Projeya Rûnakî îro 4ê Tebaxa 2026an li qezaya Kifriyê dest bi karên xwe kirin. Li gorî zanayriyên peyamnêrê Kurdistan24ê, bi destpêkirina vê projeyê re dê li navenda Kifrî û bajarokên derdora wê bi sedan jeneratorên taybet werin vemirandin.
Di nava 7 salên dawî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet daye binesaziya karebayê ya li herêmên dûrdest. Li sînorê îdareya Germiyanê, zêdetirî 40 gundên çiyayî û dûrdest ên ku rêyên wan zehmet bûn, niha xwedî karebaya nîştimanî ne. Temambûna elektirîka gundan rê li ber serkeftina Projeya Rûnakî ya li navendên qezayan vekir.
Xelkê Germiyanê bi kêfxweşî pêşwaziya projeyê dikin û dibêjin ku ji ber germahiya pir zêde, elektirîka 24 saetî ji bo wan ji her herêmeke din pêdivîtiyeke mezintir e. Bi cîbicîkirina Projeya Rûnakî re, dê pirsgirêka elektirîkê ya Germiyanê bi awayekî bingehîn were çareserkirin û rewşa jiyana welatiyan baştir bibe.
Projeya Rûnakî di Mijdara sala 2024an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû ragihandin. Armanca projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026an hemû mal û cihên bazirganî yên Herêma Kurdistanê bibin xwediyê eliktrîka 24 saetî.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di Gulana borî de bi yekdengî ev proje pesend kiribû û niha qonaxên dawî yên projeyê li seranserî Herêmê berdewam dikin.