Mezintirîn nafuraya li ser asta Iraqê, li Zaxoyê tê avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya pêşxistina kerta geştiyariyê de, li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê projeya mezintirîn nafuraya avê li ser asta Iraqê tê çêkirin. Ev proje beşek e ji qonaxa duyem a Korrnîşa Zaxoyê.
Rêveberê Geştûguzariya Zaxoyê Çiya Emîn û Serperiştyara Projeyê Hedîye Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihandin, karên projeya mezintirîn nafuraya Iraqê bi lez berdewam dikin. Tê payîn ku di nava 7 mehên bê de, proje were temamkirin û bikeve xizmeta geştiyar û welatiyan.
Ev projeya stratejîk a geştiyariyê bi budceya 13 milyar dînarî li ser rûberê 12 hezar metre çargoşe tê avakirin. Taybetmendiyên nafurayê ev in:
- Bi sîstema lazerê û teknolojiyeke nûjen a lîstika avê kar dike.
- Li binê projeyê parkeke otomobîlan tê çêkirin ku di yek carê de cihê 300 otomobîlan lê dibe.
- Di nav projeyê de xwaringeheke navdar a cîhanî cih digire.
Ev nafuraya mezin, beşek e ji qonaxa duyem a Korrnîşa Zaxoyê. Piştî temambûna vê beşê, dê qonaxa sêyem a korrnîşê ya bi dirêjahiya 2 kîlometreyan dest pê bike.
Projeya Korrnîşa Zaxoyê di van salên dawî de sîmayê bajêr bi temamî guherandiye û bûye sedem ku bi hezaran geştiyar ji naverast û başûrê Iraqê, her wiha ji bajarên din ên Herêma Kurdistanê berê xwe bidin Zaxoyê.