Li Germiyanê 158 nêçîrvan hatin darizandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngehê ya Germiyanê, di çarçoveya parastina jiyana kovî de, 10 kêvroşk li xwezayê berdan. Her wiha hat ragihandin ku di 7 mehên dawî de 158 kes ji ber nêçîra neyasayî hatine girtin.

Li ser fermana dadwerê lêkolînê yê Kelarê û bi serperiştiya Rêveberiya Polîsê Daristan û Jîngehê ya Germiyanê, îro 4ê Tebaxa 2026an 10 keroşk li devera Pêbazê hatin azadkirin.

Rêveberiyê diyar kir, ev 10 keroşk nehatine nêçîrkirin, lê belê ji aliyê welatiyekî jîngehparêz ve bi awayekî kedî hatibûn xwedîkirin. Piştî ku polîs ji tenduristiya wan piştrast bû, ji bo dewlemendkirina jiyana kûvî û parastina hevsengiya xwezayê, kêvroşk li jîngeha herêmê hatin berdan.

Berdevkê Polîsê Daristan û Jîngehê yê Germiyanê Haşim Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand, tîmên wan di warê rûbirûbûna nêçîra neyasayî de gelekî çalak in. Ehmed eşkere kir ku di nava 7 mehên borî de, 158 nêçîrvan hatine girtin û li gorî yasaya qedexekirina nêçîrê bo dadgehê hatine şandin.

Li gorî amarên ku Haşim Ehmed parve kirine, di 7 mehên dawî de bi giştî 30 ajel û balindeyên kûvî hatine rizgarkirin û careke din li xwezayê hatine berdan. Polîsê Daristanê bang li welatiyan kir ku ji bo parastina bedewiya xwezaya Germiyanê û zindewerên wê, ji nêçîra qedexe dûr bikevin.