Iraq: Berpirsyariya derbasbûna petrolê di Tengava Hurmizê re ya kiriyar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Iraqê tekez kir, parastin û derbasbûna gemiyên petrolê ne di stûyê Iraqê de ye, lê belê berpirsyariya kompanyayên kiriyar e.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Salim Rekabî îro 4ê Tebaxa 2026an ji Kurdistan24ê re diyar kir, Kompanyaya Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO) li benderên başûr dest bi firotina petrola xav kiriye. Lê belê wî tekez kir ku mîkanîzmaya firotinê wekî "FOB" ê meşandin. 

Li gorî vê sîstemê, piştî ku petrol li gemiyê hate barkirin û gemî ji benderê derket, berpirsyariya ewlehî û derbasbûna gemiyê di Tengava Hurmizê re êdî ne di stûyê wezaretê an jî SOMO’yê de ye; ev berpirsyarî bi temamî ya kompanyaya kiriyar e.

Berdevkê Wezaretê destnîşan kir, tijekirin û derbasbûna gemiyên petrolê di Hurmizê re kiryareke asayî ye. Rekabî got: "Wezaret ne xwediyê wan gemiyan e. Hin ji wan gemiyan barên mezin ên heta 2 milyon bermîlan hildigirin. Piştî ku gemî ji benderê diçe, kiriyar berpirsyar e ku çawa gemiyê di tengavê re derbas bike û destûrên pêwîst werbigire."

Rekabî herwiha aşkere kir, SOMO bi rêya sîstemên cîhanî yên çavdêriyê, şopa gemiyan dişopîne heta ku ew digihîjin parzûngehên welatên kiriyar. Derbarê nirxê petrolê de jî hat diyarkirin ku tu bihayekî diyarkirî nîne; SOMO li gorî nirxê rojane yê bazarên cîhanî petrolê difiroşe.

Tevî krîzên ku di demên borî de li Tengava Hurmozê çêbûne, Salim Rekabî diyar kir ku asta hinardekirina petrolê ya Iraqê gav bi gav baş dibe. Rekabî got, dahat û firotina meha borî ji ya meha Hezîranê gelekî baştir bûye û proseya hinardekirinê ber bi geşebûnê ve diçe.