Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê: Lihevkirina me ya bi Îranê re nêzîk e

Scott Bessent
Scott Bessent

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê ragihand ku Waşinton û Tehran nêzîkî lihevkirinekê ne, ji bo vekirina Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganî, û dabînkirina azadiya hatin û çûnê di wê rêya deryayî ya giring re.

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) di hevpeyvînekê de ligel kanala "CNBC"ê ragihand ku îhtîmal heye îro an jî sibe Amerîka û Îran ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê bigehijin lihevkirinekê, bi awayekî ku azadiya hatin û çûnê bo keştiyên bazirganî misoger bike.

Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê herwesa got: "Em ligel Îraniyan di danûstandinan de ne û derfeteke baş heye ku em îro an sibe ji bo vekirina wê tengavê û avêtina pêngavan ber bi rewşeke asayîtir di vê hevrikiyê de bigehin lihevkirinekê."

Di derheqa wê yekê de ku gelo maf bi Îranê tê dan ku bacê ji keştiyan werbigire, Bessent tekez kir ku lihevkirin li ser bingeha "azadiya hatin û çûnê" ye û got: "Hatin û çûn dê azad be. Tevî ku rewş di çend rojên borî de hinekî aloz bûbû, lê niha jî em dibînin ku hejmareke keştiyan ji wê tengavê derdikevin."

Ev daxuyaniyên Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê di demekê de ne ku Tengava Hurmizê di cîhanê de yek ji giringtirîn rêyên enerjiyê ye û her rawestaneka livînê di wê de bandoreke rasterast li ser bazarên cîhanî dike.