Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Almanyayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê ji ber bidawîhatina erkê wî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê kir û spasiya piştgirî û hevkariyên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê), ji ber bidawîhatina erkê wî wekî Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Albrecht von Wittke kir.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgirî û hevkariyiyên berdewam ên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa spasiya Albrecht von Wittke kir, ji ber rolê wî di pêşxistina peywendiyên her du aliyan de di dema erkê wî de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.
Konsulê Giştî yê Almanyayê jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kirin, ji ber wê hevkarî û piştgiriya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine. Herwesa wî tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina peywendiyan û hevkariya ligel Herêma Kurdistanê kir.