Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li Şamê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Qesra Gel a Şamê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir, bi armanca şopandina proseya têkelkirina hêzên HSDê di nav dezgehên fermî yên dewletê de.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) belav kir ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Qesra Gel a Şamê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir. Ew civîn bi amadebûna Wezîrê Derva yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Parêzgarê Dêrazorê Ziyad Ayiş bi rê ve çû.

Ajansa navborî destnîşan jî kir ku di hevdîtinê de, aliyan nîqaşeka berfireh li ser temamkirina qonaxên bicihanîna lihevkirinnameya 29ê Çileya borî di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de kir.

Herwesa li gorî wê ajansê, her du aliyan şopandin bo proseya têkelkirina hêzên leşkerî û dezgehên îdarî yên bi ser HSDê ve di nav dezgeh û fermangehên fermî yên dewleta Sûriyeyê de kir, bi merema misogerkirina aramî û ewlehiyê li deverê.