Qonaxa duyê ya projeya ava Badilyan - Dêlziyanê tê bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Avê ya Soranê destpêkirina bicihanîna qonaxa duyê ya projeya avê ya Badilyan - Dêlziyanê ragihand, bi merema çareserkirina bingehîn a arêşeya kêmaviyê li wê deverê.
Rêveberiya Avê ya Soranê îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) eşkere kir ku li ser budceya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê û bi awayekî rasterast ji aliyê rêveberiya wan ve, dest bi bicihanîna qonaxa duyê ya projeya ava Badilyan - Dêlziyanê hatiye kirin.
Pêkhatiyên sereke yên vê projeyê ev in:
Çêkirina xezaneyê: Biryar e xezaneyeke komkirina avê bi şiyana 1500 metreyên sêca bê çêkirin.
Rakêşana boriyan: Dabînkirin û rakêşana nêzîkî 3000 metreyên boriyên ji cûnên 'Ductile' bi mezinahiya 8 înçan.
Li gorî ragihandina Rêveberiya Avê ya Soranê, bi bidawîhatina vê qonaxa projeyê, dawî li arêşeya kêmaviyê û hemî astengiyên li devera Badilyan û Dêlziyanê tê anîn, herwesa piştrastî ji bo dabînkirina ava paqij a vexwarinê ji bo şêniyên deverê tê dan.