Gola Urmiyê sor bû: Dîmeneke kêmwêne û bêhempa

Navenda Nûçeyan (K24) – Ava Gola Urmiyê di bûyereke xwezayî ya kêmwêne de, rengê sor girt. Tevî pêla germê jî, asta ava golê li gorî par 60 santîmetreyan bilindtir e û her roj bi sedan geştiyar serdana golê dikin.

Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, rengê sor girtiye. Pispor diyar dikin, sorbûna avê bi zêdebûna germahiyê û kêmbûna asta avê ve girêdayî ye. Gava ku rêjeya xwê di lîtreyek avê de ji 340 gramî derbas dibe, mîkroorganîzmayên di nav golê de ji bo ku di nav wê şorbûna zêde de sax bimînin, di laşê xwe de madeyeke sor berhema tînin. Ev yek dibe sedem ku rengê mîkroorganîzmayan û di encamê de rengê ava golê bi temamî sor bibe.

Her çend pêleke germê herêm girtibe bin bandora xwe û av hinekî kêm bûbe jî, rewşa Gola Urmiyeyê li gorî salên borî gelekî baştir e. Di bihara îsal de ji ber barana zêde, nêzîkî 3 milyar metre sêcar av herikî nav golê. Ji ber vê yekê, niha asta ava golê li gorî heman dema sala par 60 santîmetreyan bilindtir e.

Ev rengê sor ê bêhempa û bilindbûna asta avê bûye sedem ku her roj bi sedan geştiyar berê xwe bidin Gola Urmiyeyê. Geştiyar hem ji bo dîtina vê dîmena xwezayî û hem jî ji bo melevaniyê di nav ava sor de, tên herêmê.

Di salên borî de, di vê werzê de nêzîkî %90ê golê hişk dibû. Lê belê çavdêrên jîngehê pêşbînî dikin ku îsal gol heta werza Payîzê hişk nebe. Heger Payîza îsal jî wekî tê hêvîkirin bi baran be, dê hêviyên ji bo vejîna Gola Urmiyeyê hîn bi zêdetir bibin.