Raporta CSIS: Komgehên mûşekan ên Amerîkayê bi krîzê re rûbirû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (CSIS) a Amerîkayê di raporeke nû de aşkere kir, kêmbûna komgehên mûşek û teqemeniyan a Washingtonê, ne tenê encama rageşiya bi Îranê re ye, lê encama krîzeke pîşesazî û stratejîk a dehsalan e.

Raporta CSIS’ê balê dikişîne ser wê yekê ku Amerîka niha di warê mûşekên parastinê û êrîşê de, bi kêşeyeke mezin re rûbirû ye. Li gorî raporê, şerê li Rojhilata Navîn û operasyonên deryayî, barê ser komgehên mûşekan giran kiriye.

Rapor diyar dike, Washingtonê di rageşiyên dawî yên Rojhilata Navîn de, nêzîkî nîvê komgehên mûşekên Patriot, THAAD û sîstemên din ên parastina asîmanî bi kar aniye. Herwiha hat ragihandin, sêyeka mûşekên cureyên JASSM, SM-2/3/6 û Tomahawk di operasyonan de hatine xerckirin. Tevî ku rêjeya mayî ji bo şerê niha bes e, lê pispor hişyarî didin ku di dema derketina şerekî ligel Çîn, Rûsya an jî Koreya Bakur de, Amerîka dê bi krîzeke mezin a çekan re rûbirû bimîne.

Navenda CSIS’ê sê sedemên bingehîn ji bo vê valabûna kobgehan destnîşan dike:

- Guherîna Stratejiyê: Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, Amerîkayê stratejiya xwe ji "şerê mezin" veguherand "şerên herêmî yên sînordar" û kirîna çekan kêm kir.

- Kêmbûna Kompanyayên Çekan: Hejmara kompanyayên mezin ên pîşesaziya parastinê ji 51an daket 5an. Ji ber vê yekê, gava sala 2022an şerê Ukraynayê dest pê kir, kargehan nekarî bi lez bersivê bidin daxwazan.

- Budçeya Pentagonê: Pentagonê di budçeyên xwe de giranî da ser kirîna firoke, keştî û zirîpoşan ku dehsalan dimînin, lê çek û mûşekên wan piştguh kirin, ji ber ku ew tenê di dema şer de tên bikaranîn.

Raport destnîşan dike ku alîkariyên ji bo Ukraynayê, ne sedema sereke ya vê krîzê ne. Çekên ku ji bo Kîevê hatine şandin (wekî tankên Abrams û topan), piranî çekên bejayî ne û bandora wan li ser şerekî gengaz ê bi Îran an Çînê re nîne. Lê belê, bikaranîna bi sedan mûşekên pêşketî di Deryaya Sor de li dijî Hûsiyan û parastina Îsraîlê li hember Îranê, fişareke giran xistiye ser cebexaneyên Amerîkayê.

CSIS hişyarî dide ku kêşeya sereke niha ne nebûna pereyan e, lê belê "dem" e. Piştî îmzekirina peymanan, berhemanîn û gihandina mûşekên nû di navbera 2 û 4 salan de dem dixwaze. Ev yek Amerîkayê dixe nava valahiyeke metirsîdar ku dibe ku heta sala 2027an berdewam bike.