Li Hindistan û Srî Lankayê ji ber lehiya zêdetir ji 100 kesî bûn qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke dijwar a baranê Hindistan û Srî Lanka girt bin bandora xwe. Heta niha zêdetir ji 100 kesî canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes neçar mane malên xwe bicih bihêlin û berê xwe bidin deverên ewle.

Serokwezîrê eyaleta Assamê ya li bakurê rojhilatê Hindistanê, Himanta Biswa Sarma ragihand, herêma wan rastî ziyaneke pir mezin hatiye. Sarma eşkere kir ku heta niha li eyaletê 87 kesan jiyana xwe ji dest daye. Diyar kir jî, tenê li devera Sifasagarê 47 mirî hene û beşeke pir mezin a herêmê bi temamî di bin avê de maye.

Serokwezîrê eyaleta Keralayê V.D. Satheesan ragihand, 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 7 kes jî winda ne. Satheesan diyar kir, ji bo hewandina zêdetirî 10 hezar koçberan, 300 kampên hawrhatinê hatine vekirin.

Herwiha Radyoya Fermî ya Jammu û Kashmirê ragihand, ji ber barana ji nişka ve û bihêz, li herêma wan jî 31 kesan canê xwe ji dest daye. Pisporên keşûhewayê sedema van baranên tund ên li başûrê Asyayê bi "guherîna avhewayê" ve girêdidin.

Li Srî Lankayê lehî û hişkesalî bi hev re ne

Li Srî Lankayê jî Navenda Birêvebirina Karesatan ragihand, ji roja Duşemê ve 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzîkî 12 hezar kes ji herêmên navendî koçber bûne.

Di dema ku li navend û rojavayê Srî Lankayê lehî hene, li herêmên rojhilat hişkesaliyeke dijwar heye û av bi tankeran ji bo welatiyan tê birin. Hikûmeta Srî Lankayê vê neasayîbûna keşûhewayê bi diyardeya "El Nino" ve girê dide û ji bo kêmkirina ziyanên aborî komîteyeke wezîran a taybet ava kiriye.